Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
- Jin
- |
- 14 Adar 2024 09:55
- |
ERZIROM - Kesê bi navê Zulkuf Boçkun hevjîna xwe Kadriye Boçkun û keça xwe Asude Helen Boçkun qetil kir.
Zilamê bi navê Zulkuf Boçkun li Erziromê hevjîna xwe Kadriye Boçkun û keça wê Asude Helen Boçkun qetil kir. Zulkuf Boçkun reviya û li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîsan hatin sewqkirin. Cenazeyên dayik û keça wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK). Faîlê ku hewl da bi wesayîta xwe bireve, li navçeya Çadê hate girtin.