Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
- Rojane
- |
- 13 Adar 2024 15:45
- |
ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ji bo zarokan “Parqa Zarokên Azad” vekir.
Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î ji bo zarokan parqeke nû çêkir. Parq li Taxa Başakê hate çêkirin û navê “Parqa Zarokên Azad” lê hate kirin. Ji bo vekirina parqê merasîm hat lidarxistin û hevşaredar Adalet Fîdan û Sıleyman Şavluk jî tev li bûn.
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Silopiyayê Jiyan Ormanli û Rênas Onuk jî tev li merasîma vekirina parqê bûn.