ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
- Aborî-Ked
- |
- 4 Adar 2024 10:33
- |
ENQERE - ENAG’ê ragihand ku enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû û enflasyona salane weke ji sedî 121,98 ragihand.
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji akademîsyen û aborînasan ava kirine, ragihand ku Endeksa Bihayê Mezêxer (E-TUFE) di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû. Di heman demê de ENAG’ê ragihand ku E-TUFE di nava 12 mehên salê de jî bû ji sedî 121,98.
Di meha çileyê de E-TUFE ji sedî 9,38 zêde bû û derketibû ji sedî 129,11 zêde bû.