Li Qoserê mirina biguman a jinekê
- Jin
- |
- 28 Sibat 2024 14:58
- |
MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê Selma Hattatoglû, di encama ji avahiyekê ket de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Selma Hattatoglû (32) li Taxa Firat a navçeya Qoser a Mêrdînê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku Hattatoglû ya dayika 2 zarokan e, xwe di qada 5’emîn a avahiya lê dijî de avêtiye. Tîmên tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê diyar kirin ku Hattatoglû jiyana xwe ji dest daye.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.