Rejîma Îranê kolberek qetil kir
- Rojane
- |
- 28 Sibat 2024 12:27
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê kolberê kurd ê bi navê Kawan Mecîdî qetil kir.
Li gorî daxuyaniya Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê (HENGAW); duh hêzên rejîma Îranê li gundê Sawanî yê bajarokê Serdeştê kolberê bi navê Kawan Mecîdî qetil kirin. Hat zanîn ku di êrişê de guleyek li serê Mecîdî ketiye û Mecîdî jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wesayîta Mecîdî tê de bû, bêbar bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mecîdî bavê 3 zarokan bû û li gundê Gurê Şêre yê bajarokê Serdestê dijiya.
Îranê ji serê vê salê heya niha herî kêm 10 kolberên kurd qetil kir.