DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
- Polîtîka
- |
- 27 Sibat 2024 15:48
- |
ENQERE - DEM Partiyê têkildarî îdiaya ku namzetê xwe yê Îzmîtê paşvekişandine û dê piştgiriyê bidin namzeta CHP’ê daxuyanî da û ev îdia derewand.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îdiaya ku dibêje namzetê xwe yê Şaredariyê ya Bajarê Mezin a Îzmîtê Gencer Demîrkaya paşvekişandine derewand. Di daxuyaniyê de DEM Partiyê wiha got: “Îdiayên ku dibêjin DEM Partiyê namzetê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîtê paşve vekişandiye û dê piştgiriyê bidin namzetê CHP’ê, rast nîne. Hevalên me yên namzet Gencer Demîrkaya serlêdana xwe kiriye û hatiye erêkirin. Em careke din jê re serkeftinê dixwazin.”