Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
- Rojane
- |
- 27 Sibat 2024 11:40
- |
STENBOL - Edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz ji tawanbariyên lê dihatin kirin beraet kir.
Duyemîn danişîna doza edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Nadiye Gurbuz ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin.
Gurbuz tev li danişînê nebû lê parêzerên wê amade bûn.
Dadgehê ji bo Gurbuz biryara beraetê da.