Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 27 Sibat 2024 08:34
- |
WAN - Rojnameger Arîf Aslan û Oktay Candemîr di encama serdegirtinên malan ê li Wanê de hatin binçavkirin.
Îro di danê sibehê de polîsan li Wanê bi ser malên rojnamegeran de girtin. Di encama serdegirtinên malan de rojnameger Arîf Aslan û Oktay Candemîr hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina rojnamegeran nehat zanîn. Hat zanîn ku rojnameger birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.