Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
- Rojane
- |
- 20 Sibat 2024 12:22
- |
ORDÛ - Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê di şewata duh bi şev li qawişekê derket de 22 girtî û 7 gardiyan bi bandor bûne.
Li qawişeke Girtîgeha Tîpa F a Unye ya Ordûyê duh bi şev ji ber sedemeke ne diyar şewat derket. Li ser îxbarê tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin. Hate diyarkirin ku 22 girtî û 7 gardiyan ji dûmanê bi bandor bûne.
Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya 29 kesên rakirin nexweşxaneyê baş e.