Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
- Rojane
- |
- 15 Sibat 2024 17:15
- |
ŞIRNEX - Şaredarê AKP’î yê Bajaroka Sêgirkê Alîhan Babat ji ber jinûve namzet nehate nîşandan îstîfa kir û derbasî YRP’ê bû.
Şaredarê bajaroka Sêgirkê ya girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê Alîhan Babat ê AKP’î ragihand ku ji AKP’ê îstîfa kiriye. Babat ê ji AKP’ê îstîfa kir, aşkere kir ku ji Partiya Yenîden Refahê (YRP) bû namzetê şaredariyê yê Sêgirkê.
Hat diyarkirin ku Babat ê ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de ji bo careke din ji AKP’ê bibe namzet serlêdan kir, ji ber namzetiya wî nehatiye qebûlkirin û piştî li şûna wî Çetîn Babat weke namzet hatiye nîşandan îstifa kiriye.