Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
- Rojane
- |
- 15 Sibat 2024 09:53
- |
COLEMÊRG - Ji ber berfa zêde ya li navenda Colemêrgê û Geverê bariyayî, ji bo perwerdeyê rojek navber hate dayîn.
Ji duh bi şev heta niha li Colemêrgê berfeke zêde dibare û bandoreke neyînî li ser jiyana gel kir. Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar ragihand ku li navenda bajar û Geverê rojek navber dane perwerdeyê.