Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 14 Sibat 2024 12:48
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî hezaza li madena zêran a li navçeya Licikê hatiye destpêkirin de 4 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Licik a Erzinganê li Madena Zêran Çoplerê ya aydê Şîrketa Anagold Madencîlîkê de hezaz çêbû. Têkildarî hezazê 4 kes hatin binçavkirin.
JI KARKERAN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN
Li qada Madenê duh piştî nîvro li qadeke berfireh hezaz çêbû. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, 9 kes di bin hezazê de mane. Hate diyarkirin ku hejmar zêdetir e. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja duyemîn de berdewam dikin, hêj ji karkeran agahiyek nehatiye wergirtin.