Li Dîlokê tundiya mêr: Gulhan Korkmaz û kurê wê hatin qetilkirin

Parve bike:
DÎLOK - Welatiya bi navê Gulhan Korkmaz û kurê wê Kasim Akkurt li navçeya Şahînbeyê ji hêla Cemal Y. ve hatin qetilkirin. 
 
Kesê bi navê Cemal Y. li navçeya Şahînbey a Dîlokê jina bi navê Gulhan Korkmaz û kurê wê Kasim Akkurt bi çekê qetil kir. Bûyer li Taxa Geylaniyê qewimî û piştre jî komên tenduristiyê û polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Komên tenduristiyê mudaxileya ewil kirin lê her du welatiyan jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Cenazeyên dayik û kurê wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî. Faîl Cemal Y. jî hate binçavkirin.