Li Wanê posterê Abdullah Ocalan bi pirê ve hat daliqandin

Parve bike:
WAN – Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê posterekî mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi pirê ve daliqand û doza azadiya wî kir. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê, posterekî mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pira li Taxa Demîryolû ya navçeya Îpekyolû ya Wanê daliqand û doza azadiya wî kir.