Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
- Rojane
- |
- 9 Sibat 2024 08:46
- |
STENBOL - Rojnamevan Kîbriye Evren, di serdegirtina polîsan a mala wê de hate binçavkirin.
Rojnamevan Kîbriye Evren, di saetên serê sibê de bi serdegirtina malê de hate binçavkirin. Destdanîn ser telefona Evren a li mala wê lêgerîn hate kirin. Evren a sedema binçavkirina wê nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê. Li aliyê din hate zanîn ku derbarê Evrenê de ji bo 24 saetan biryara sînorkirina hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn.