Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê yê hatibû binçavkirin hate berdan
- Rojane
- |
- 6 Sibat 2024 17:03
- |
RIHA - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Kemal Çakmak ê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibû binçavkirin, hate berdan.
Di çarçoveya fermana Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, ser mala Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Kemal Çakmak girtin. Çakmak ê birine qerekola cendirmeyan a li navçeyê, piştî karûbarên îfadeyê, hate berdan.