Li Kampa Holê gelek teqemenî hatin desteserkirin
- Rojane
- |
- 3 Sibat 2024 19:48
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di operasyona li beşa duyemîn a Kampa Holê de gelek bombe û gule desteser kirin.
Qonaxa sêyemîn a 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD'ê û YPJ'ê di 27'ê Çileyê de ji bo têkbirina şaneyên DAIŞ'ê, tunekirina çavkaniyên tundrawî û girtina çeteyan, dewam dike.
Komên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn di beşa duyemîn a Kampa Holê de ku tê de Iraqî hene 3 bombe, 2 carcorên çeka klaşînkov û gelek guleyên doçka û BKS'yê dîtin.