Leşkerek hate kuştin
- Rojane
- |
- 3 Sibat 2024 14:55
- |
NAVENDAN NÛÇEYAN - Li Herêma Kurdistana Federe leşkerek hate kuştin û du leşker birîndar bûn.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêma Zap, Avaşîn û Metînayê didomin. Li Herêma Kurdistana Federe leşkerek hate kuştin û du leşker birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk çawişê pispor Kadîr Dîngîl hatiye kuştin û du leşkerên navên wan nehatin aşkerekirin jî birîndar bûne.