Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
- Rojane
- |
- 2 Sibat 2024 13:01
- |
ENQERE - CHP’ê ji bo Can Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin, serî li AYM’ê da.
CHP’ê ji bo betalkirina parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Can Atalay serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da.
AYM’ê derbarê Atalay de du caran biryara binpêkirinê dabû û Dadgeha Bilind ev biryar nasnekiribûn.
Meclis di bin serokatiya Serokwekîl Bekîr Bozdag de kom bûbû û parlamenteriya Atalay betal kiribû.