Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
- Rojane
- |
- 1 Sibat 2024 20:10
- |
WAN – Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku li Wanê di "Meşa Azadiyê" de hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê ku di Meşa Azadiyê de ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hat lidarxistin û dê heya 15'ê Sibatê bidome hatin binçavkirin, serbest hatin berdan. Harûn Çavgûn û Mehmet ahlîs Saykan ên bi îşkenceyê hatin binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan.