Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan girtiya nexweş Arslanê
- Rojane
- |
- 31 Çile 2024 18:33
- |
WAN – Careke din rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dan girtiya nexweş Hanîfe Arslanê.
Girtiya nexweş Hanîfe Arslan a 76 salî çendî gelek nexweşînên wekî KOAH, mîde, tansiyona zêde pê re hene jî nayê berdan. Di 26'ê Çileyê de malbata wê û parêzerê wê ji bo berdanê serlêdan kirin. Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê careke din rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da Arslanê.