DEM Partiyê li navendeke din jî namzetên xwe diyar kirin
- Rojane
- |
- 31 Çile 2024 16:08
- |
COLEMÊRG - DEM Partiyê li bajaroka Bajêrgeh a Geverê Gulistan Akarsû û Fatîh Safali weke namzet nîşan dan.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên hevşaredariyê yên bajaroka Bajêrgeh a navçeya Gever a Colemêrgê bi pirsîna ji gel diyar kirin. Li 9 taxên bajarokê ji gel hate pirsîn û di encama vê yekê de Gulistan Akarsû û Fatîh Safali yên navên wan derketin pêş weke namzet hatin diyarkirin.