Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
- Rojane
- |
- 30 Çile 2024 13:03
- |
ENQERE - Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên Nobeta Edaletê didomînin, ji bo ku daxwazên xwe bidin bihîstin hatin Enqereyê.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de cih digirin jî bi Dayikên Şemiyê re hatin Enqereyê.
Dayik, li Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin cem hev. Dayik, bi Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari re tev li komcivîna Meclisê ya jinan bûn.