Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn

Parve bike:
ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi keşeyê Dêra Santa Marîayê Peder Anton Bulaî re li ser telefonê axivîn. 
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li ser telefonê bi keşeyê Dêra Santa Marîayê Peder Anton Bulaî re axivîn. Di hevdîtinê de hevserokên giştî sersaxî ji bo cemaeta xristiyanan xwest û êriş weke êrişeke “nemerdane” pênase kirin. Hevserokan got ku ji bo hemû ol û bawerî bikarin di nava aştiyê de bijîn, dê têkoşîna xwe bidomînin.