Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyona HSD’ê ya li Kampa Holê de gelek mayin û 2 tunelên veşarî hatin dîtin. 
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ya li Kampa Holê dabû destpêkirin. Heta niha 21 alîgirên DAIŞ’ê hatine girtin. Her wiha li kampê 4 mayin û 2 tunelên veşarî hatin dîtin.