Otobûsa rêwiyan wergeriya: 6 kes mirin, 33 kes birîndar bûn

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kastamonuyê otobûseke rêwiyan wergeriya nava zeviyê û li gorî agahiyên destpêkê 6 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn. 
 
Otobûseke rêwiyan li navçeya Taikopru ya Kastamonuyê ji kontrolê derket û wergeriya nav zeviyê. Li gorî agahiyên destpêkê; di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn. Gelek leşker, endamên agirkujiyê û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin.