Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome
- Rojane
- |
- 25 Çile 2024 11:36
- |
AMED - Tedawiya dayika Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome.
Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş, Sadiye Demîrtaş ji ber enfeksiyona girtî di 10’ê çileyê de rakiribûn nexweşxaneyê. Tedawiya Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte ya li nexweşxaneyeke taybet a Amedê didome. Hat zanîn ku di rewşa Demîrtaş de ji duh ve guherîneke mezin nîne û dê tedawiya wê ya li beşa lênêrîna awarte bidome.