Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN -Li ser rêya di navbera Qamişlo û Hesekê de li nêzî gundê Girdîwan wesayîtek hedef hat girtin, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê, li ser rêya di navbera bajarên Qamişlo û Hesekê de li nêzî gundê Girdîwan wesayîtek hat bombebarankirin, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
 
Li gorî agahiyan hûrgiliyên hedefgirtin û rewşa birîndaran nehat zanîn.