Li Xarpêtê di kana madenê de teqîn
- Rojane
- |
- 23 Çile 2024 19:51
- |
NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Maden a Xarpêtê di kaneke madenê ya şîrketeke taybet de teqînek çêbû. Di teqînê de du kes birîndar bûn.
Li navçeya Maden a Xarpêtê di kaneke madena sifir a şîrketeke taybet de teqînek çêbû. Di teqînê de ku sedema wê nehat hînkirin, karker O.B. û endezyarê madenê O.Ş. birîndar bûn.
Piştî îxbarê tenduristkar, polîs û agirkuj sewqî herêmê hatin kirin. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Firatê. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.