Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
- Rojane
- |
- 21 Çile 2024 11:40
- |
RIHA - DEM Partî li navçeyên Pirsûs û Hewagê yên Rihayê tura duyemîn a pêşhilbijartinê li dar dixe.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê yên navçeyên Pirsûs û Hewagê yên Rihayê tura duyemîn a pêşhilbijartinê li dar dixe. Pêşhilbijartina li Pirsûsê li Eywana Dawetan a Şahîn Bînîcî tê lidarxistin û 5 sindoq hatine danîn. Ji bernamzetên jin Ayten Kaya û Cemîle Şahîn, ji namzetên zilam jî Muslum Baran û Abdulkadîr Ercan di tura duyemîn de dikevin pêşpirkê.
Li navçeya Hewagê ji bo bernamzetên zilam Îsmaîl Yildiz û Yaşar Kormaz tura duyemîn a pêşhilbijartinê tê lidarxistin.