Li Kerkûkê jinek hat qetilkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li Kerkûkê di encama êrişa çekdarî de jinekê jiyana xwe ji dest daye.
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin girtin, êriş li ber dibistana navîn û lîseya Sêgirme ya li Taxa Rehîmavayê pêk hatiye. Şahidên bûyerê ragihandin ku êrişkar bi motorsîkletekê hatiye ber dibistanê û bi çeka bêdeng 8 gule bera jinekê dane.
 
Nasnameya êrişkar û jina hat qetilkirin nehat hinbûn.