Di encama qetîna zincîra vîncê de 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
- Aborî-Ked
- |
- 18 Çile 2024 11:05
- |
ÎZMÎR - 2 karkerên li navçeya Bayrakliyê ji bo tabelaya reklamê daliqînin derketina qata 10’an a plazayekê, di encama qetîna zincîra vîncê de ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan.
2 karkerên li navçeya Bayrakliya Îzmîrê ji bo tabelaya reklamê daliqînin derketina qata 10’an a plazayekê, di encama qetîna zincîra vîncê de ketin xwarê. Karkerên bi navê Halîl Gul (34) û Husnu Akan (35) li nexweşxaneya ku birinê tevî hemû mudaxileyan jî nehatin xelaskirin. Cenazeyê Gul û Akan piştî lêkolîna dozger birin morga Saziya Tiba Edlî (ATK).
2 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Têkildarî bûyerê xwediyê vîncê E.P. û operator F.Y. hatin binçavkirin.