Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê hate binçavkirin
- Rojane
- |
- 17 Çile 2024 11:00
- |
RIHA - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê Huseyîn Arslan di encama serdegirtina li navçeya Hewagê de hate binçavkirin.
Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Hewag a Rihayê bi ser mala endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê Huseyîn Arslan de girtin û Arslan binçav kirin. Arslan birin midûriyeta emniyetê û têkildarî binçavkirina wî tu agahî nehatin parvekirin.