Hat îdiakirin ku cerdevanekî li Şemzînanê xwe kuşt

Parve bike:
COLEMÊRG - Hat îdiakirin ku cerdevanê bi navê Yakûp Karadenîz li lojmanên dozgeriyê xwe kuştiye. 
 
Hat îdiakirin ku cerdevanê bi navê Yakûp Karadenîz ê li Taxa Moda ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê dijiya, xwe kuşt. Cenazeyê Karadenîz ê tê îdiakirin xwe li daîreya qazanê li lojmanên dozgeriyê kuştiye, ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşaneya Dewletê ya Colemêrgê. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.