Li Îskenderûnê qezaya trafîkê: Yek jê giran bi giştî 18 kes birîndar bûn
- Aborî-Ked
- |
- 15 Çile 2024 14:57
- |
HATAY - Li Îskenderûnê 2 otobusên karkeran li hev qelibîn. Di qezayê de yek jê giran bi giştî 18 karker birîndar bûn.
Otobûsa karkeran a ku N.K. diajot û otobûsa ku F.S. diajot li li Xaçerêya Karayilan a ser Rêya Payas-Îskenderûn a Hatayê li hev qelibîn. Piştî qezayê gelek tîmên tenduristî, agirkujî û polîsan li cihê bûyerê re hatin sewqkirin. Piştî mudaxileya ewil, karkerên birîndar li nexweşxaneyên herêmê hatin veguhestin. Li gorî agahiyan; yek jê giran bi giştî 18 karker di qezayê de birînda bûne.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.