Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
- Çand û Huner
- |
- 14 Çile 2024 08:18
- |
MÊRDÎN - Komeke ciwanan li Mêrdînê kolan bi kolan geriyan û Serê Salê pîroz kirin.
Komeke ciwanan li Mêrdînê Serê Salê pîroz kirin. Ciwanên ku rûyê xwe boyax kirin û cil û bergên rengîn li xwe kirin, kolan bi kolan geriyan û li defê xistin. Ciwanên dikan bi dikan geriyan, di otobûsan de jî stran gotin. Ciwanan dovîzên “Sersal pîroz be” û “Serê salê bine salê, lanet bê qurmê darê” hilgirtin. Di pîrozbahiyan de dîmenên rengîn derketin holê.