ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
- Çand û Huner
- |
- 13 Çile 2024 14:12
- |
ENQERE - ANKA-DER’ê di çarçoveya aktîvîteyên Serê Salê de serdana malên kurdan ên li Enqereyê kirin.
Komeleya Çand û Huner û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) di çarçoveya aktîvîteyên Serê Salê ku gelê kurd her sal di 13’ê çileyê de pîroz dike serdana malan kirin. Di serdanên li navçeya Mamak a Enqereyê de, sala nû ya kurdan hate pîrozkirin û li zarokên li malan diyarî hatin belavkirin.