Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
- Rojane
- |
- 12 Çile 2024 23:02
- |
NAVENDA NÛÇEYAN- Hat ragihandin ku li Zapê di şer de 6 leşker mirine û 7 leşker jî birîndar bûne.
Operasyonên Tirkiyeyê yê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsana 2022'yan ve didomin. Hat hînkirin ku îro li Zapê pevçûnên dijwar rû dane.
Wezareta Parastinê daxuyand ku di "Tevgera Pençe-Kilîtê" de 6 leşker mirine û 7 leşker jî birîndar bûne.