Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di weşana zindî de xwe dan naskirin
- Rojane
- |
- 10 Çile 2024 22:04
- |
WAN - DEM Partiyê bi bernameya "Bernamzetên me diaxivin" bi weşaneke zindî bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da naskirin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi bernameya "Bernamzetên me diaxivin" bi weşaneke zindî bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da naskirin. Bername bi moderatoriya rojnamevan Serdar Altan hat lidarxistin û di hesabên medyaya sanal û youtube yên DEM Partiyê de hat weşandin. Dê bi dorê bername ji bo bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn û Amedê jî bê lidarxistin.