Dema qedexeya li Çiyayê Gabarê 15 rojên din jî hat dirêjkirin

Parve bike:
ŞIRNEX - Têketina herêma derdora Çiyayê Gabarê heya 15 rojan hat qedexekirin. 
 
Têketina herêma derdora Çiyayê Gabarê yê di navbera navenda Şirnexê û navçeya wê Basayê de, bi biryara walîtiyê ve heya 15 rojan wekî "Herêma Ewlehiyê ya Taybet a Demborî" hat îlankirin. Qedexe dê heya 25'ê Çileyê bidome. 
 
Walîtiyê berê jî heman herêmê heya 10'ê Çileyê qedexe kiribû.