Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
- Rojane
- |
- 3 Çile 2024 22:10
- |
ENQERE- DEM Partiyê di civîna xwe ya Lijneya Rêveber a Navendî de biryar da ku pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin.
Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi hevserokatiya Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan de civiya. Civîn nêzî 10 saetan dewam kir.
Di civînê de biryar hat girtin ku pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetên hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin.