Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 1 Çile 2024 22:49
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên hikûmeta Şamê gundên navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê topbaran kir. Di encama topbaranê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Hêzên hikûmeta Şamê yên li Nibul û Zera li bakurê Helebê bi cih bûne, gundên Kibêşîn û Birc Hêderê yên dagirkirî yên navçeya Şêrawayê ya Kantona Efrînê topbaran kirin. Di encama topbarê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 2 djî birîndar bûn.