Li pêşiya DEM Partiyê hewldana provokasyonê

Parve bike:
ENQERE - Komeke provokator ji bo daxuyaniyê bide li Enqereyê li pêşiya avahiya DEM Partiyê kom bû. 
 
Komeke provokator ku xwe weke endamên “Weqfa Malbatên Gazî û Şehîdan a Tirkiyeyê” dan nasîn, li pêşiya avahiya Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kom bûn. 
 
Girseya ku dirûşmên nîjadperest û biçêr berz kirin, hêj li pêşiya avahiya partiyê disekine.