Li Zanîngeha Çukurovayê êrişa nîjadperest
- Ciwan
- |
- 26 Kanûn 2023 15:24
- |
EDENE - Komeke nîjadperest li Zanîngeha Çukurovayê êrişî xwendekarên lijneyên xwe yên giştî li dar dixistin kir.
Endamên Kuluba Xebatên Jinan a Zanîngeha Çukurovayê li navenda kongreyan a zanîngehê lijneya xwe ya giştî li dar xist. Di vê navberê de komeke nîjadperest êrişî xwendekaran kir. Koma faşîst a mirina leşkeran weke hincet nîşan dan, xwendekar birîndar kirin. Xwendekar, heta demekê li navenda kongreyê asê man.