Dewleta tirk êrişî Kobanê kir: 2 karker birîndar bûn
- Rojane
- |
- 25 Kanûn 2023 09:35
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk navenda bajarê Kobanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 karker birîndar bûn.
Dewleta tirk a dagirker bi balafirên biçek û bêmirov (SÎHA) li navenda bajarê Kobanê kampanyek û cihekî tamîrkirina erebeyan bombebaran kir. Di encamê de 2 karker birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.