Piştî dijwarbûna pevçûnan wezîr Guler çû ser xeta sînor
- Rojane
- |
- 24 Kanûn 2023 11:23
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê Yaşar Guler piştî dijwarbûna pevçûnan çû ser sînor.
Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û şandeya pê re piştî hejmara zêde ya leşkerên di pevçûnên 22-23’yê kanûnê yên li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakûrkê yên Herêma Federe ya Kurdistanê zêde bûn, çûn ser sînor.
Li ser hesaba fermî ya wezaretê de hat gotin ku Guler serê sibehê çûye ser xeta sînor û kesên di qedemeya fermandariyê ya artêşê de jî pê re çûne. Balkêş e ku nehat eşkerekirin bê ka Guler çûye kîjan bajarî û bernameya wî çi ye.