Êrişî Tirbespiyê û Dêrikê hat kirin
- Rojane
- |
- 23 Kanûn 2023 23:45
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku artêşa tirk tesîsên binesaziyê yên li derdora Tirbespiyê û Dêrikê bomberdûman kiriye.
Li gorî agahiyên nûçeya ANHA’yê, artêşa tirk êrişî tesîsên petrolê yên li derdora Tirbespiyê kiriye û li Dêrikê tesîsa elektirîkê bombe kiriye.
Hat ragihandin ku piştî bomberdûmana li Tirbespiyê şewateke mezin çêbûye.