Li Roboskê 3 kes hatin binçavkirin

Parve bike:
 
ŞIRNEX - Di encama serdegirtinên malan ên li Roboskê de 3 kes hatin binçavkirin. 
 
Leşkeran îro di danê sibehê de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Zekî Tosun ku kurê wî di Komkujiya Roboskê de hatibû qetilkirin, Nezmî Tosun û Abdullah Encu hatin binçavkirin. 
 
Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin birin qereqola gund.