Li Rihayê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin

Parve bike:

RIHA - Li Rihayê di serdegirtinên malan de Fethî û Zeynep Otunç ên xwişk û birayên hev in hatin binçavkirin. 

 
Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê di serdegirtina malan de Fethî û Zeynep Otunç ên xwişk û birayên hev in hatin girtin. Xwişk û birayên hev ên di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê daye destpêkirin de hatine binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Rihayê tên ragirtin. Sedema binçavkirinê nehate zanîn.