Li Balikesîrê erdhej çêbû

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Altieylul a Balikesîrê, bi pileya 3.6 erdhejek çêbû. 
 
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rewşa Lezgîn û Karesatê (AFAD) saet di 07.21’an de li navçeya Altieylul a Balikesîrê bi pileya 3.6 erdhejek çêbû. 
 
Hat destnîşankirin ku erdhej 6,92 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye. 
 
Hate zanîn ku piştî erdhejê tu rewşên neyînî çênebûne.